Ji bo aboriyê çavkaniyeke girîng: Gûzên Mûşê
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê demsala berhevkirina gûzan dest pê kir.
Cotkarên gundên parêzgehê rojane diçin nav baxçeyan û bi rêbazên berê darên xwe yên gûzan diweşînin.
Piştî ku gûz ji daran tên weşandin, ji qalikên wan ên kesk tên cudakirin û hişkkirin.
Beşeke ji berhema ku bi dest dixin ji xwe re vediqetînin û beşa mayî jî difiroşin.
Cotkar Mehmet Emîn Dînçer anî ziman:
“100 darên min ên gûzan hene. Em hinekan bê beramber didin xizm û mêvanên xwe û hinekan jî difiroşin.”
Gûzên Mûşê bi tam, rêjeya zêde ya rûn, qalikên xwe yên zirav û meziniya kakilên xwe tên naskirin.
Ev berhem hem ji bo cotkaran hem jî ji bo aboriya parêzgehê xwedî cihekî girîng e.
Cotkar Kerem Sune jî da zanîn:
“Beşek ji darên gûzan ji bav û kalên me mane û beşek jî birêvebiriya çandiniyê dane me.
Kîloya wan derdora 200 lîreyan e û xelkê herêmê bi vî berhemî debara xwe dike.”
Li gorî amarên Birêvebiriya Çandiniyê ya Mûşê, li ser 4 hezar û 700 donim erdê parêzgehê darên gûzan hatine çandin û tê pêşbînîkirin ku îsal ji wan daran derdora hezar ton gûz bên berhemanîn.
Ev jî tê wateya nêzîkî 200 milyon lîre (4.8 milyon dolar) dahat ji bo aboriya parêzgehê.