GAZ Û PETROL- Hewcedariya Enqere û Hewlêrê bi hev heye
Stenbol (Rûdaw)- Li Stenbolê 4emîn civîna Kuluba Enerjî ya Bogazîçîyê hate li dar xistin. Civîn di demeke wisa de hate li dar xistin ku alozî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de derketiye û nîqaşên derbarê rêyên enerjiyê de lêgerînên nû hene.
Aloziya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê û encamê vê aloziyê, bi xwe re nîqaşên derbarê enerjiyê de anî. Ji ber ku Tirkiye, gaza sirûştî herî zêde ji Rûsyayê distîne, hikûmeta AK Partiyê dest bi lêgerîna rêyên alternatîv kiriye.
Di vê astê de ligel Qeter, Azerbeycan û Îsraîl, gaza Herêma Kurdistanê jî ciyekî sereke digire. Ev mijar û gelek mijarên din yên bi enerjiyê ve girêdayî di civîna Kluba Enerjî ya Bogazîçiyê de hatin nîqaş kirin.
Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Mûrat Mercan ji Rûdawê re ragihand: “Dema em li mijara çavkaniyên enerjî û pêşkêşkirina vê enerjiya herêma Kurd ya li Iraqê dinêrin, em dibînin ku ji bilî Tirkiyê ti alternatîv nîne. Tirkiyê û herêma Kurd di 2 hêlan de pêgirî hev in. Hewcedariya Tirkiyê bi petrol û gaza herêmê heye. Herweha ji bo herêmê jî Tirkiye ew deriye ku petrol û gaza Kurd tenê dikare di vir re bigihê bazara navdewletî.”
Li cîhanê derbarê çavkaniyên nû yên enerjiyê de lêgerînek heye. Ji bilî gaza siruştû, gaza tehta ango gaza şeylê êdî bêhtir bala bazirganên enerjiyê dikişîne. Di civînê de rêyên nû yên enerjiyê ji hêla beşdaran ve bi awayekî berfireh hate nîqaş kirin.
Serokê Kuluba Enerjî ya Bogazîçiyê Mehmet Ogutçu ji Rûdawê re ragihand: “Rojhilata navîn rola sereke ya berhêneriya enerjiyê winda kiriye. Amerîka, Erebistana Siûdî ji hikumdariya petrolê dadixe. Herweha Rûsya jî ji ya gaza sirûştî. Di warê LNG de Awustralya derdikeve. Herêmên Efrîka hene. Brezîlya û Meksîka vedibin. Dîsa li Rojhilatê Behra Sipî çavkaniyên nû derdikevin. Yanî êdî Rojhilata Navîn ne peydakerê mezin e. Jixwe eleqeya Amerîkayê hêdî hêdî ji ser vir diçe.”
Li gor bernameyê wê wezîrê çavkaniyên suriştî yê Kurdistanê Aştî Hawramî jî wê beşdarî civînê biba. Lê Hawramî ji ber ku li Dûbayî beşdarî civîneke din bû nekarî bihata Stenbolê.