Petrol ji ber rewşa Îranê biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê ji ber aloziyên li Îranê zêde bû û bihayê bermîlek petrola Brentê 63 dolar derbas kir.
Bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur 35 sentan zêde bû û bermîlek bi 63 dolar û 41 sentan hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî nêzîkî 50 sentan zêde bû û bermîlek gihişt 59 dolar û 20 sentan.
Bazirganên petrolê çavê xwe berdane nûçeyên derbarê Îranê.
Her cure destwerdaneke leşkerî ya Amerîkayê, dikare bibe sedema qutbûna hinartina petrola wî welatî.
Hefteya borî ji ber rewşa Îranê bihayên petrolê ji sedî 3 zêde bûbûn.
Metirsiya li ser Tengava Hurmuzê
Lêkolînerê enerjiyê yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya MST Marqueeyê Saul Kavonic li ser mijarê got:
"Eger rewşa Îranê xirabtir bibe, bazara petrolê ji qutbûna veguhastina petrolê bi taybetî li Tengava Hurmuzê bi fikar e."
Şirovekarê Banka Awistralya û Zelandaya Nû (ANZ) Daniel Hynes jî diyar kir ku bangî karker û karmendên sektora petrolê hatiye kirin ku tevlî xwenîşandanan bibin.
Daniel Hynes destnîşan got, "Xerabûna zêdetir a rewşa Îranê dikare bibe sedem ku hinartina 1,9 milyon bermîl petrolê di bazarê de nemîne."