Onsa zêr bi 5065 dolaran tê firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê daket û onsa zêr bi 5 hezar û 65 dolaran tê firotin.
Her onsa zêr ji sedî 0,3 qîmetê xwe winda kir û daket 5 hezar û 65 dolaran.
Bihêzbûna bazara kar a Amerîkayê bûye sedem ku dolar bi qîmet bibe û ji ber wê jî bihayê zêr dakeve.
Roja înê beriya ku amarên derfetên kar ên Amerîkayê werin belavkirin zêr ji sedî 1 biha bûbû lê îro bihayê zêr ber bi daketinê ve çû.
"130 hezar derfetên kar çêbûne"
Li gorî Wezareta Kar a Amerîkayê, meha Kanûna Paşîn 130 hezar derfetên nû yên kar çêbûne ku ev hejmar ji pêşbîniyan û ji ya meha Kanûna Pêşîn a par zêdetir e.
Ev yek nîşana selametiya aboriya Amerîkayê ye ku dibe sedema bihabûna dolar.