Zîv îro erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zîv îro piştî vebûna bazarên Asyayê daket û kara xwe ya doh ji dest da.

Îro onseke zîv ji sedî 2 daket û bi nêzîkî 82 dolaran tê kirîn û firotin.

Belavbûna amarên têkildarî derfetên kar ên Amerîkayê yên meha Kanûna Paşîn, guman çêkiriye ku gelo Banka Navendî ya wî welatî dê kêmkirina rêjeya faîzê bidomîne yan na.

Vê yekê jî zext li ser bihayê kel û pel û madenan çêkiriye.

Bazar berê li hêviyê bû ku hezîrana îsal faîz careke din were kêmkirin lê niha tê pêşbînîkirin ku dibe kêmkirina faîzê heta meha tîrmehê bi derengî bikeve.