Tirsa şer petrolê biha dike
Hewlêr (Rûdaw) - Îro ji ber dilgiraniyên li ser îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê bihayê petrolê bilind bû.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 34 sentan zêde bû û bermîl bi 69 dolar û 74 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 37 sentan zêde bû û derket 65 dolaran.
Dilgiraniya ji pevçûna navbera Amerîka û Îranê, doh jî bihayê petrolê bi rêjeya ji sedî 1 bilind kiribû.
"Dan û standinên bi Îranê re dê berdewam bikin"
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re ragihand ku ew li ser awayê têkiliya bi Îranê re negihiştine rêkeftineke tam lê diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re dê berdewam bikin.
Her wiha hat diyarkirin ku roja sêşemê hatiye gotûbêjkirin ku keştiya duyem a balafirhilgir bişînin Kendavê.