Amerîka û Siûdî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dest bi derxistina petrolê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketên enerjiyê yên Amerîka û Erebistana Siûdî amadehiyê dikin ku konsorsiyûmeke mezin ava bikin da ku Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li petrol û gaza xwezayî bigerin û enerjiyê hilberînin.

Li gorî nûçeya taybet a Reutersê, çavkaniyên agahdar diyar kir ku şirketên Baker Hughes, Hunt Energy û Argent LNG plan dikin ku ji bo projeya lêgerînê bi şirketa enerjiyê ya TAQAyê ya Siûdî re hevbeşiyê bikin.

Ev proje, piştî rûxîna Beşar Esed û rakirina dorpêçên Amerîkayê xeleka dawî ya peymanên bazirganî yên mezin e ku di aboriya Sûriyeyê de pêk hatiye.

Ji bo hilberînê pêwîstî bi milyar dolaran heye

Piştî şerê navxweyî yê 14 salan, zerereke mezin li binesaziya enerjiyê ya Sûriyeyê bûye.

Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze ku çavkaniya bi milyar dolaran a ku ji bo temîrkirina binesaziyê pêwîst e bi hilberînerên ji derve peyda bike.

CEOyê Argent LNGyê Jonathan Bass da zanîn ku ew li bendê ne şirket hefteyên bê ji bo projeyê peymanekê îmze bikin û got:

"Em ji bo bicihanîna vîzyonên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û derxistina welêt a ji tariyê bo ronahiyê gelekî bi kelecan in."

Li aliyê din Serokê Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê Yûsif Keblawî û nûnerên şirketên din ên ku di konsorsiyûmê de navê wan derbas dibe hîn bersiva pirsên li ser mijarê nedane.

Acwa dê tenê di projeyên avê de cih bigire

Reutersê berê ragihandibû ku dê şirketa Siûdî Acwa jî beşdarî projeyê bibe.

Lê çavkaniyekî nêzîkî mijarê diyar kir, her çi qasî nûnerên Acwayê beşdarî civînên nîqaşkirina projeyê bûbin jî ew hevbeşiya rasterast plan nakin.

Di daxuyaniya Acwayê de hat gotin, "Peymana Pêşxistina Hevpar a ku me demek berê li Sûriyeyê ragihandibû, tenê xebatên paqijkirin û veguhastina avê li xwe digire, ti çalakiyên lêgerîn û hilberîna petrol an gaza xwezayî li xwe nagire."

Di bin ‘alayeke yekgirtî’ de yekbûna aborî

Herêma rojhilat ku navenda hilberîna petrolê ya kevneşopî ya Sûriyeyê ye, heta demeke nêzîk di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû ku Kurd pêşengiya wê dikin.

HSDyê meha borî piştî pêşveçûna hêzên hikûmeta demkî peymaneke ku tevlîbûna nav pêkhateya dewletê li xwe digire îmze kiribû.

Jonathan Bass diyar kir ku armanc ew e bi parvekirina adil a çavkaniyên welêt Sûriyeyiyan bîne cem hev û got:

"Ev geşedana nû Sûriyeyê di bin alayeke yekgirtî de dike yek, bi rêya destkeftiyên aborî rojhilat û rojavayê welêt bi hev ve girê dide."

Hilberînên aktorên herêmî zêde dibin

Erebistana Siûdî ku yek ji piştgirên sereke yên hikûmeta Ehmed Şer e, dawiya hefteya borî ragihandibû ku dê di sektorên veguhastin, binesazî û telekomunîkasyonê yên Sûriyeyê de hilberîna bi milyar dolaran bike.

Her wiha hefteya borî şîrketa enerjiyê ya Chevron a Amerîkayê, ji bo lêgerîna gaza xwezayî ya li peravên Sûriyeyê bi UCC Holdinga Qeterî re peymaneke destpêkê îmze kiribû.

UCC Holdingê diyar kir ku ew di heman demê de plan dikin li welêt 5 hezar megawat elektrîkê hilberînin.