Bermîla petrola brent bi nêzîkî 104 dolaran e

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 30 sentî bilind bû û bermîl bi 104 dolar û 51 sentan hat firotin.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 31 sentan bilind bû û bermîla wê bi 98 dolar û 38 sentan hat firotin.

Rawestîna dan û standinan

Dan û standinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de yên ji bo bidawîkirina şer xitimîne.

 Her du alî jî li ser daxwazên xwe bi biryar in. Ev yek dibe sedem ku asoya vekirina Tengava Hurmizê reş û tarî bimîne.

Doh bihayê her du cureyên petrolê bi rêjeya ji sedî 2,8 bilind bûbû.

Nakokiyên li ser benderan

Îran û Amerîka li ser mijarên wekî “dorpêça benderên Îranê” û “qerebûkirina Îranê (dayîna tezmînetê)” di nav nakokiyan de ne.

Ji xeynî vê, Îranê bal kişandiye ser serweriya xwe ya li Tengava Hurmizê û dixwaze bi rêya standina bacê dahatê bi dest bixe.

Pêşbîniyên pisporan

Şîrovekarê Şirketa Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê ragihand:

"Heta ku encama dan û standinên Amerîka û Îranê ne diyar be û veguhastina deryayî ya li Tengava Hurmizê sînordar be, divê em li bendê bin ku bihayê petrolê di ser 100 dolarî re be.

Eger di dan û standinan de çareseriyek derkeve holê, bihayê petrolê dê bi lez di navbera 8 û 12 dolarî de dakeve."

Li gorî dîtina wî, eger dorpêça li ser benderên Îranê tundtir bibe, bihayê petrolê dikare bi hêsanî bigihe ser 115 dolaran.