Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûna petrola brent û guherînên dowîzê, mazot dîsa biha bû.

Ji nîvê şevê û pê ve lîreyek û 10 quruş li bihayê lîtreya mazotê hat zêdekirin.

Bihayê mazotê sînorê krîtîk derbas kir

Bazara sotemeniyê îro bi nûçeya bihabûnê dest pê kir.

Ji ber nearamiya li bazarên navneteweyî, bihayê mazotê li Tirkiye û Bakurê sînorê krîtîk derbas kir.

Lê belê her çi qasî mazot biha bûbe jî di bihayê benzînê de heta niha ti guherîn çênebûye.

Li Bakurê Kurdistanê lîtreyek gihîşt 70 lîreyî

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên sektorê, ev bihabûn yekser li ser pompeyên sotemeniyê yên bajaran xwe nîşan da.

Piştî vê bihabûnê, li Stenbolê bihayê lîtreyeke mazotê 67 lîre derbas kir.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî ji ber lêçûnên veguhastinê, bihayê mazotê gihîşt 70 lîreyî.

Bihayên nû yên mazotê

Li gorî bihayên nû lîtreyeke mazotê bi vî rengî tê firotin:

  • Stenbol: 67,39 lîre
  • Enqere: 68,49 lîre
  • Îzmîr: 68,77 lîre
  • Bakurê Kurdistanê: Ji ber lêçûnên veguhastinê gihîşt 70,22 lîreyan

Ji aliyê din ve, pispor hişyariyê didin ku eger bihabûna petrola brent bidome, dibe ku di rojên pêş de berhemên din ên sotemeniyê jî biha bibin.