Navenda Nûçeyan - şirketa otomobîlan a Alman Daimler Benz dê li seranserê Ewropayê 774 hezar wesayîtê xwe ji bazarê vekişe.
Hat diyarkirin ku şirketê di wesayîtên navborî de ji bo pîvana xaza emîsyonê cihazên bêlîsans bikar anîne ku ji ber vê yekê jî amarê zêde yê emîsyonê kêm tê nîşandan. Hat destnîşankirin şirketê ji ber vê sedemê dê gazî 774 wesayîtî bike.
Piştî ku Serokê Lijneya Rêveberiya Daimlerê Dieter Zetsche bi Wezîrê Veguhastinê yê Federal Andreas Scheuer re rûnişt, biryara gazîkirinê ya ji bo 774 hezar wesayîtî hat dayîn.
Wezîr Scheuer ragihand ku miemeleyên gazîkirinê dê ji aliyê Daîreya Wesayîtên Bimotor a Federal va bên verastkirin.
Şirketa Daimlerê jî daxuyand ku ew dê li ser biryarê bimînin, lêbelê ew dê îtiraz bikin.
Li gorî biryarê, Daimler dê li seranserê Ewropayê gazî 774 hezar wesayîtî bike ku 238 hezar jê jî li Almanyayê ne.
Hat ragihandin, wesayîtên ku dê şûnda bên xwestin, modêlên Mercedesê Vito, GLC 330D û C220D ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse