Li Tirkiyeyê 3,5 milyon zarokên karker hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 3,5 milyonan zarokên karker hene.

Li gorî amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 970 hezar zarok bi awayê fermî kar dikin û 1,3 milyon zarok jî li Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) kar dikin.

Lê li gel vê yekê karkirina zarokan a nefermî zêdetir bûye û tê pêşbînîkirin ku 3 milyon û 500 hezar zarokên karker hebin.

Her wiha li gor rapora Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5 mehên vê dawiyê 30 zarokên karker li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di sektora çandiniyê de herî zêde zarokên Rihayî mirine.

Daxwazên ISIGê yên derbarê zarokên karker:

1- Divê xebitandina zarokan bê qedexekirin, perwerdeya pîşeyî divê bi awayekî ku li gorî bipêşveçûna zarokan were plankirin û divê di çarçoveya rêkarên fermî de be.

2- Divê perwerde di her astê de belaş be, divê mifredat li gorî zanistê be û bi awayekî ku têkiliyê bi jiyanê re deyne bê birêxistinkirin.

3- Divê qadên me yên jiyanê ji madeyên hişbir û çeteyan bên paqijkirin û divê ji bo bipêşveçûna zarokan çalakiyên spor, huner, çandî û hwd. bên guncandin.