Li Cizîrê bihayê lîtreyeke benzînê 50 lîreyî derbas dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji îşev û pê ve her lîtreyeke benzînê lîreyek û 46 qûruşan biha dibe.

Piştî vê zemê li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê bihayê benzînê 50 lîreyî derbas dike.

Ev dê bibe caran yekem ku li seranserê Tirkiyeyê li bajarekî lîtreya benzînê 50 lîreyî derbas dike.

Li gorî çavkaniyên sektora sotemaniyê, îşev benzîn biha dibe û ji nîvê şevê û pê ve li Cizîrê dê lîtreya benzînê bi 50,48 lîreyan bê firotin.

Her wiha li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî dê di navbera 48 heta 49 lîreyan de bê firotin.

Hatiye diyarkirin ku piştî vê yekê dê mazot jî biha bibe.