“Bexda dixwest zeviyên petrolê li Kerkûkê têk bide”

12-07-2014
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wekîlê Wzareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê, Teha Zengene aşkere kir ku hikûmeta Iraqê niyazên wê yên xirab hebûn bo têkdana zeviyên petrolê li Kerkûkê.

 

Duh, 11.07.2014, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Hêzên Parastina Petrolê yên ser bi hikûmeta Kurdistanê ve, zeviyên petrolê yên Bay Hesen û navçeya Mexmûrê bi temamî kontrol kirin.

 

Di vê barê de, Teha Zengena ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: “Zaniyarî di dest me de hebûn ku hikûmeta Iraqê pilan dariştibû ji bo têkdana zeviyên petrolê yên Kerkûkê, lewma çûna Hêzên Pêşmerge bo parastina wan zeviyan petrolê ji nişkê ve bû.”

 

Ji aliyek din ve Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm nerazîbûna xwe ji vê gava hikûmeta Herêma Kurdistanê anîn ziman û dibînin ku ew kar bo istîfzaz kirina parêzgeha Kerkûkê ye.

 

Lê Wekîlê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ew babet nebe babete hevrikiyê di navbera YNK û PDK de û got: “Em hewla çareserkirina arîşeyê didin û li ser wê babtê em di dansûtandinan de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst