Bihayê zêr dîsa rekor şikand: Onsek bû 3,650 dolar
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr li bazarên cîhanê ji ber hêviyên kêmkirina rêjeya faîzê ya Amerîkayê ber bi rekoreke nû ve diçe.
Tê payîn ku ev yek bandorê li bihayê misqalê zêr ê li Herêma Kurdistanê jî bike.
Bihayê onseke zêr 19 dolaran bilind bû û gihişt 3 hezar û 651 dolaran. Bi vê yekê, zêr nêzîkî asta xwe ya herî bilind a dîrokî bû û tê payîn ku ji bo hefteya çaremîn li ser hev bilindbûna xwe tomar bike.
Bihayê zêr li Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê jî, li gorî bihayê dawî yê ku Sendîkaya Zêrîngeran doh belav kiribû, bihayê firotinê wiha ye:
Misqalek zêrê eyar 22: 765 hezar dînar
Misqalek zêrê eyar 21: 730 hezar dînar
Misqalek zêrê eyar 18: 625 hezar dînar
Dema ku ev biha hatin belavkirin, amarên Amerîkayê hîn nehatibûn eşkerekirin û onseke zêr bi 3,627 dolaran bû.
Ji ber vê yekê, eger îro yan sibe bihayên nû bên belavkirin, îhtimal heye ku bihayê misqaleke zêr li Herêma Kurdistanê zêdetir bibe, bi mercê ku bihayê onsa zêr li asta xwe ya niha bimîne.
Sedemên bilindbûnê
Ev bilindbûn di serî de ji ber hêviyên kêmkirina rêjeya faîzê ya li Amerîkayê ye.
Li gorî amarên hikûmeta Amerîkayê yên ku duh hatin belavkirin, enflasyona salane meha borî ji sedî 2.7an derket ji sedî 2.9an.
Lê belê, serlêdanên ji bo sîgorteya bêkariyê hefteya borî ji 237 hezarî derketin 263 hezarî, ku ev asta herî bilind a nêzîkî 4 salên dawî ye.
Niha bazara zêrê li benda biryara rêjeya faîza bankê ya li Amerîkayê ye ku dê roja çarşema bê were eşkerekirin.
Piraniya aborînasan pêşbînî dikin ku Amerîka rêjeya faîzê ji sedî 0.25 kêm bike.
Li gel vê yekê, nearamiya jeopolîtîk jî piştgiriyeke zêdetir daye bihayê zêr.
Li gorî raporan, Amerîka zextê li hevpeymanên xwe yên di Koma G7 de dike da ku ji ber kirîna nefta xav a Rûsyayê gumrukên zêdetir li ser Çîn û Hindistanê bisepînin.