Petrol erzan bû, bermîl bi 64,90 dolarî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi daketinê dest pê kir û bermîleke petrola brent bi kêmtirî 65 dolaran e.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 15 sentan daket û bi 64 dolar û 90 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 17 sentan daket û bi 60 dolar û 80 sentan hat firotin.
Li gorî analîstan, îhtimaleke mezin heye ku daketina bihayê petrolê zêde berdewam neke û sedema wê jî îhtimala vebûna hikûmeta Amerîkayê ye.
Ji aliyê din ve, cezayên Amerîkayê yên li ser sektora petrolê ya Rûsyayê, bi taybetî li ser Rosneft û Lukoilê dikarin di bazara petrolê de pirsgirêkan derxin û bibin sedema piştgirîdayîna bihayên petrolê.
Cezayên li ser Rûsyayê, wiha kiriye ku Çîn li alternatîvên petrola Rûsyayê bigere.