Onsa zîv di 24 saetan de 5 dolaran biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv bi qasî 1,20 dolar ango ji sedî 1,42 zêde bû û gihişt 85,30 dolaran.
Kîloya zîv jî bi 2 hezar û 743 dolar e.
Doh bihayê zîv bi qasî zêdetirî ji sedî 7an zêde bû û onsa zîv gihişt 86,22 dolaran ku ev di dîrokê de asta herî bilind e.
Bi vî awayî, di nava 24 saetan de onsa zîv zêdetirî 5 dolaran biha bû.
Nakokiyên di navbera Koşka Spî û Banka Navendî ya Amerîkayê û zêdebûna metirsiyên jeopolîtîk, hilberîner han dane ku madenên giranbiha wekî penageheke aram bikirin.
Lêpirsîna li ser Powell
Divê were gotin ku Wezareta Dadê ya Federal a Amerîkayê derbarê Serokê Banka Navendî ya wî welatî Jerome Powell lêpirsînek daye destpêkirin.
Îdareya Trump dibêje, Powell pereyekî zêde ji bo nûjenkirina avahiya Banka Navendî ya Amerîkayê ya li Washingtonê xerc kiriye û lêçûna projeyê bûye 2,5 milyar dolar lê li gorî budceyê diviyabû 1,9 milyar dolar bûya.
Nakokiyên Trump û Powell
Her çi qasî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibe ku haya wî ji mijarê tune ye jî lê Trump ducare kir ku Powell ji bo serokatiya Banka Navendî ya welêt ne guncaw e.
Powell jî got ku sedema tohmetbarkirina wî ew e ku wî rêjeya faîzê di wê asta ku Trump xwestiye de kêm nekiriye.
Erka serokatiya Powell gulana bê bi dawî dibe.
Li gorî zanyariyên Fox Newsê, îdareya Trump li ser namzedan gotûbêjan dike û ji bo şûna Powell, Birêvebirê Şirketa BlackRockê Rick Rieder yek ji namzedên herî bihêz e.
Tevî ku tê çaverêkirin Banka Navendî ya Amerîkayê di civîna 27 û 28ê vê mehê de rêjeya faîzê wekî xwe bihêle lê bazar pêşbînî dikin ku îsal du carên din rêjeya faîzê bê kêmkirin.
Bandora aloziyên navneteweyî
Ji bilî sedemên navxweyî yên Amerîkayê, aloziyên navneteweyî jî bandor li bazarê kirine. Berfirehbûna xwenîşandanên li Îranê û gefên Donald Trump ên ji bo destwerdanê, metirsiya derketina şerekî berfirehtir li herêmê zêde kiriye.
Divê were gotin ku pêngavên siyasî yên Trump, di nav de dûrxistina Nicolas Maduro ji serokatiya Venezuelayê û ramana kirîna Greenlandê, bazarên cîhanî xistine rewşeke nediyar, vê yekê jî kiriye ku zîv wekî madeneke pêbawer bibe cihê eleqeya hilberîneran.