HEWLÊR – Meaş tên dayîn
Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Dariyî ya Herêma Kurdistanê ragihand, meaşên fermanberan tê dayîn.
Wezareta Dariyî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir Wezareta Pêşmerge meaşê meha Çileyê yên Hêzên Zerevanî, polîs û personelên asayişê razandine.
Di daxuyaniyê de hatiye amajekirin ku meaşên tevahiya sazî û dezgehên fermî hatine amadekirin û Wezareta Darayî ji wezaretên têkildar lîsteya karmenda xwestiye.
Ji ber kirîza darayî li Herêma Kurdistanê 5 meh in meaşên fermanberan nehatine dayîn.