Lijneya Fetwayê One Coin heram kir
Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê bikaranîna diravên elektronî, li gor fiqha Îslamê, weke aloz, qedexe û ne caiz bi nav kir û ragihand ku One Coin diraveke xeyalî ye û li gor şerîeta Îslamê mamelekirina bi diravên xeyalî, ne dirust e.
Di nivîsekê de ku dîroka 5ê Nîsana 2018an de li ser e, Lijneya Bilind a Fetwayê ya Herêma Kurdistanê li ser mamelekirina bi diravên elektronî (One Coin) fetwayek belav kir û ragihand, ji ber ku diravên elektronî xeyalî ye, mamelekirina bi diravên xeyalî, ne dirust e.
Lijneya Fetwayê li ser sedema nedirustbûna mamelekirina bi diravên elektronî eşkere kiriye ku diravên elektronî ji her aliyekî ve diraveke nediyar e, çavkaniya wê nezelal e, ji aliyê ti borseyeke cîhanî ve nayê nasîn û bankayên cîhanî bawerî bi wan diravan nakin.
Herwiha Lijneya Fetwayê daxwaz ji welatiyan dike ku xwe ji mamelekirina diravên elektronî dûr bixin, bi taybetî jî ji One Coin û dibêje: “Ti prensîpên şer'î li xwe nagre û ji merc û yasayên şer'î dûr e.”