Têkçûna dan û standinan bihayê petrolê bilind kir

Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê piştî vekirina bazarên Asyayê, bihayê petrolê bi awayekî berçav bilind bû û gihîşt ser 100 dolarî.

Li gorî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump, keştiyên şer ên Amerîkayê amadehiyê dikin ku rê li ber hemû keştiyên bazirganiyê bigirin ku dikevin benderên Îranê yan jê derdikevin.

Ev yek wekî hewlekê ji bo sînordarkirina dahata petrola Îranê tê dîtin.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur tenê îro û di nava çend demjimêran de 6 dolar û 71 sentan bilind bû û bermîlek bi 101 dolar û 91 sentî hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 7 dolar û 59 sentan bilind bû û bermîlek bi 104 dolar û 16 sentî tê firotin.

Birêvebirê Beşa Lêkolînan a şirketa şêwirmendiyê ya (MST Marquee) Saul Kavonic di vê derbarê de got:

"Bazara petrolê niha vegeriya rewşa berî ragihandina agirbestê. Cudahiya niha ew e ku dê rojane 2 milyon bermîl petrola Îranê jî nemîne."

Piştî ku dan û standinên li Pakistanê bi ser neketin, Trump ragihand ku keştiyên şer ên Amerîkayê dê Tengava Hurmizê li ber keştiyên Îranê bigirin.