Piştî têkçûna dan û standinên Îslamabadê bihayê zêr kêm bû
Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê roja ewil a vekirina bazaran e di vê hefteyê de.
Bilindbûna bihayên petrolê û bihayê dolarî bû sedem ku bihayê zêr dakeve asta herî kêm a di maweyê hefteya borî de.
Bihayê onseyek zêr îro nêzîkî 30 dolarî daket û bû 4,720 dolar.
Bihayê petrolê îro ducare berê xwe da bilindbûnê piştî ku Amerîkayê ragihand ku ew dê wan keştiyan blok bike ku armanca wan Îran e.
Ev yek bû sedema bilindbûna bihayê dolar û di dawiyê de zerer gihand bihayê madenê zer.
Supaya Pasdaran li hemberî vê yekê hişyarî da ku ew nêzîkbûna keştiyên şer ên Amerîkayê ya li Tengava Hurmizê wekî binpêkirina agirbesta du hefteyî dibîne û dê bi tundî rûbirûyî wan bibe.
Şirovekarê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer di vê derbarê de got:
"Têkçûna dan û standinên Îslamabadê îhtimalên bilindbûna enflasyonê zêde kirine û vê yekê jî bihayê zêr bi paş ve biriye."
Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, bihayê zêr heta niha bi rêjeya ji sedî 11 qîmetê xwe winda kiriye.
Tim Waterer di berdewamiyê jî de got,"Heta ku bihayê petrolê di ser 100 dolarî re be, îhtimala bilindkirina faîza bankayê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve heye da ku enflasyonê kontrol bike."