Sedema daketina bihayê zêr çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr daket û ev daketin ji ber rewşa nediyar a şerê Îranê û bilindbûna enflasyona li Amerîkayê ye.

Ev rewş îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê ya bankan qels dike.

Amarên enflasyonê hêviyan qels dikin

Vê sibehê piştî vekirina bazarên Asyayê bihayê zêr daket.

Bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 0,4 daket û onsa zêr bi 4 hezar û 695 dolaran hat kirîn û firotin.

Şîrovekarê Şîrketa Şêwirmendiyê ya Capital.comê Kyle Rodda li ser vê mijarê axivî û got:

"Amarên nû yên enflasyonê yên li Amerîkayê hêviyên kêmkirina faîzê gelekî qels kirine.

Dibe ku gava bê ya Banka Navendî ya Amerîkayê zêdekirina faîzê be."

Kyle Rodda diyar kir ku vê rewşê zextek li ser bihayê zêr çêkiriye.

Enflasyona Amerîkayê zêde dibe

Li gorî Wezareta Kar a Amerîkayê, li welêt bihayên bikarêneran di meha Nîsanê de li gorî meha berê ji sedî 0,6 zêde bûne.

Her wiha rêjeya enflasyona salane bûye ji sedî 3,8.

Ev rêje di van 3 salên dawî de asta herî bilind e.

Amarên enflasyonê ji bo kêmkirina rêjeya faîzê ya îsal ti hêvî nehiştine.

Li gorî anketan, bazirgan pêşbînî dikin ku ji sedî 30 îhtimal heye Banka Navendî ya Amerîkayê faîzan zêde bike.

Trump dê li ser Hurmizê daxwazekê ji Çînê bike

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dê li ser mijara Îranê bi Serokê Çînê Şi Cinping re biaxive.

Bessent diyar kir ku Trump dê ji Şi Cinping bixwaze ku pêbendî operasyona vekirina Hurmizê be.