Bihayê petrolê piştî 3 rojan daket

Hewlêr (Rûdaw) – Bihayê petrolê piştî bilindbûna 3 rojan, îro daket.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 83 sentan daket û bermîleke wê petrolê bi 106 dolar û 95 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 66 sentan daket û bermîleke wê jî  bi 101 dolar û 52 sentan hat firotin.

Agirbesta lawaz û ziyareta Çînê

Di navbera Amerîka û Îranê de agirbesteke lawaz heye.

Her du alî ji bo bidawîkirina şer li ser peymanekê xwedî nêrînên cuda ne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê demê de ji bo gotûbêjkirina mijara Îranê û çend mijarên din çû Çînê.

Trump da zanîn ku ew nafikire ku ji bo bidawîkirina şerê Îranê pêwîstiya wî bi alîkariya Çînê hebe.

Nakokiyên Amerîka û Îranê yên li ser çawaniya bidawîkirina şer bandor li bazaran kir.

Ji ber van nakokiyan bihayê petrolê roja sêşemê bi rêjeya ji sedî 3yan bilind bû.

"Dê li ser 80 dolarî bimîne"

Koma Lêkolînê ya Avrasyayê (Eurasia) li ser vê mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya wê komê de wiha hat gotin, "Qebareya qutbûna petrolê ew qasî mezin e ku dê îsal bihayê petrolê li ser 80 dolarî bimîne."

Li gorî pêşbîniyên dawî, piştî şerê Îranê li Rojhilata Navîn hilbirîna petrolê milyonek bermîl kêm bûye.