Tevî şerê bazirganî hinardekirina Çînê bo Amerîkayê zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) - Asta hinardekara Çînê bo Amerîkayê di heyama meha 6 a îsal de bi rêjeyeke berçav zêde bûye û gihîştiye 133 milyar û 760 milyon dolaran.
Li gorî nûtirîn amarên wezareta bazirganî û gumrikî ya Çînê, qebareya bazirganiya Çînê ligel Amerîka di meha 6an a îsal de bilind bûye, û ew yek jî agirê şerê bazirganî yên navbera herdu welatan zêde dike, ku bi biryarên Trump ên jibo sepandina baceke mezin li ser kelûpelên çînî destpê kiriye.
Amarên wezareta bazirganî û gumrikî ya Çînê nîşan didin, ku qebareya hinardekirina Çînê bi awayekê giştî di meha Hezîrana îsal de li gor meha Hezîrana sala derbasbûyî de bi rêjeya ji sedî 11.3 bilind bûye.
Herwiha qebareya hinardekirina Çînê jibo Amerîkayê di 6 mehên yekem ên îsal de li gor 6 mehên yekem ên sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 13.6 bilind bûye.
Bi nerîna şirovekaran jî ew datayên nû berpirsên Amerîkayê zêdetir aciz dike û agirê şerê bazirganî di navbera Çîn û Amerîkayê de berfirehtir dike.
Di 6 mehên yekem ên îsal de Çînê bi qasî 133 milyar û 760 milyon dolar alav hinardeyî Amerîkayê kiriye, ku li gor sala bihorî bi qasî 17 milyar dolar zêdetir hinarde kiriye.
Îdareya Trump di çaçroveya siyasetên xwe yên bo piştgiriya ji aboriya wî welatî de, baca li ser kelûpelên hawirdekirî ji Çînê zêde kiriye. Serokê Amerîkayê, Donald Trump bi du biryaran, kelûpelên çînî yên bi buhayê 250 milyar dolaran xistiye çaçroveya zêdekirina baca li ser kelûpelên hawirdekirî yên ji Çînê, ku ratsî nerazîbûna tund a Çînê hatiye.
Ji aliyê xwe ve, Çînê jî ragihandiye, eger ku Amerîka li ser wan siyasetên xwe berdewam be, ew jî dê baca li ser kelûpelên amerîkî zêde bikin.