Tirkiyeyê hinardekirina zeyta zeytûnan rawestand

13-08-2023
RÛDAW
Li Tirkiyeyê bihayê rûne zeytûnan giran bûye
Li Tirkiyeyê bihayê rûne zeytûnan giran bûye
Nîşan Tirkiye Zeytûn Hinarde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku hinardekirina rûnê zeytûnan heta 1ê Çiriya Paşîn a îsal hatiye rawestandin.

Li Tirkiyeyê bihayê rûne zeytûnan giran bûye û dikandar êdî gazinan ji kêmbûna kiryaran dikin.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji roja 1ê Tebaxê heta 1ê Çiriya Paşîn hinardekirina zeytûnan rawestand lê zeytûn dîsa jî biha ne.

"Kiryarên me jî ji sedî 20 kêm bûne"

Dikandar Îsmail Guven got, “Ji meha borî ve û heta niha, bihayê zeyta zeytûnan ji sedî 40 zêde bûye. Kiryarên me jî ji sedî 20 kêm bûne.”

Li Îtalya û Spanyayê ku du pêşengên cîhanê ne, zeytûn ji sedî 20 kêm bûne. Vê jî wiha kiriye ku li bazarên cîhanê bi giştî zeytûn kêmtir bibin.

Li wan welatên ku di warê zeytûnan de pêşeng in, hikûmetan hinardeya zeytûnan rawestandiye yan jî sînordar kiriye.

Rayedarên wan welatan zêdetir hewl didin pêdiviya navxwe dabîn bikin.

"Li Tirkiyeyê îsal berhema me gelekî baş bû"

Serok û Damezrênerê Komeleya Hevalên Zeytûnan Metin Olken jî got:

“Bihabûn ne tenê girêdayî bazar û enflasyona Tirkiyeyê ye. Mijar hevsengiya daxwaz û dabînkirina zeytûnan e li cîhanê. Li Tirkiyeyê îsal berhema me gelekî baş bû lê li cîhanê dabînkirin daketiye.

Daxwaza ji derve ya ji bo zeytûnên Tirkiyeyê zêdetir bûye û vê yekê jî bihayê navxwe jî zêdetir kiriye.”

Li gorî amarên Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 189 milyon darên zeytûnan hene û salane ew hejmar zêde dibe.

Piraniya darên zeytûnan li parêzgeha Aydinê ya rojavayê Tirkiyeyê ne.

Sala 2022an Tirkiyeyê bi bihayê 201 milyon û 687 hezar dolaran zeyta zeytûnan hinarde kiriye.

Li cîhanê Îtalya, Spanya û Amerîka di berhemanîn û hinardekirina zeytûnan de sê welatên pêşeng in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst