ZÊR Û BAZAR - Zêr di asta rekorê de ye: Çav li ser biryara faîzê ya Amerîkayê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr li bazarên cîhanê di asteke bilind de ye û her onsek bi 3 hezar û 350 dolarî tê firotin.
Li Herêma Kurdistanê jî bihayê firotina misqalê zêr wiha ye:
Mîsqalek zêrê eyar 22: 696,000 dînaran
Mîsqalek zêrê eyar 21: 665,000 dînaran
Mîsqalek zêrê eyar 18: 570,000 dînaran
Ev yek di demekê de ye ku veberhêner çavdêriya siyaseta paşerojê ya Bankaya Navendî ya Amerîkayê dikin, bi taybetî piştî belavbûna amarên dawî yên enflasyonê.
Li gorî amaran, rêjeya enflasyona giştî li Amerîkayê ji bo meha Tîrmehê ji sedî 2,7 bû, ev jî di demekê de ye ku dihat pêşbînîkirin rêje bigihêje ji sedî 2,8an.
Tevî ku enflasyona bingehîn ji sedî 2,9an ji bo ji sedî 3,1ê bilind bû, van amaran fikarên li ser bandora bacên gumrikê yên li ser enflasyonê kêm kirin.
Bi vê yekê re hêviya veberhêneran zêde bû ku Bankaya Navendî ya Amerîkayê meha Îlonê rêjeya faîzê kêm bike.
Kêmkirina rêjeya faîzê bihayê dolar dadixe û yê zêr bilind dike.
Li aliyê din, bazirgan û veberhêner li ser mijara baca gumrikê ya li ser hawirdeya zêr li benda daxuyaniyeke zelaltir in, çimkî daxuyaniyên nakok hene.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja duşemê ragihand ku gumrik li ser zêr nayê sepandin lê hefteya borî, Dezgeha Gumrik û Parastina Sînoran a Amerîkayê bazar şaş kiribû, dema ku zêrê yek kîloyî û 100 onsî xistibû nav wê polê ku baca gumrikê li xwe digire.
Amerîkayê agirbesta bazirganiyê ya bi Çînê re 90 rojên din dirêj kir ku vê yekê aloziyên di navbera her du welatan de kêm kiriye.
Her wiha veberhêner çavê xwe li gotûbêjên dahatû yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de ne ku armanca wan bidawîanîna şerê Ukraynayê ye.
Niha bal li ser amarên din ên aborî yên girîng e ku biryar e di rojên pêş de werin belavkirin.
Di nav de amara serlêdanên heftane yên sîgortaya bêkariyê, firotina perakende û îndeksa hilberîneran ku dê bandoreke rasterast li ser biryarên paşerojê yên Bankaya Navendî û arasteya bazaran bikin.