Petrol biha bû: Nêzîkî 67 dolaran e

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişa bi dronan a Ukraynayê ya li bendereke veguhastina petrolê ya Rûsyayê bû sedema bihabûna petrolê.

Lê bihabûn ji ber ku bazirganên petrolê ji kêmbûna daxwaza li Amerîkayê bi fikar in sînordar ma.

Roja înê bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 62 sentan biha bû û bi 66 dolar û 99 sentan hat firotin.

Petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 32 sentan biha bû û bi 62 dolar û 69 sentan hat firotin.

Ukraynayê êrişî Bendera Primorskê ya Rûsyayê kir û veguhastina petrolê li benderê rawestand.

Şirovekarên Banka UBSyê li ser mijarê dibêjin:

"Êrişên Ukraynayê dikarin pêşkêşkirina petrola Rûsyayê kêm bikin û ev jî sedema bihabûna petrolê ye."

Li gel van fikaran, zêdebûna qebareya petrola depokirî ya li Amerîkayê bûye sedem ku bihabûna petrolê sînordar bimîne.