Zîv dîsa biha dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zîv îro 75 sentan, ango ji sedî 1,45 zêde bû û gihişt 54,02 dolaran.

Kîloyek zîv jî bi 1,736 dolaran e.

Ev asta herî bilind a bihayê zîv a meha borî ye.

Zîv tenê di nava 24 saetên borî de nêzîkî 3 dolaran biha bûye.

Di nava hefteya borî de jî bihayê onseke zîv 5 dolar û nîvan, ango ji sedî 12,12 zêde bûye.

Geşbîniya li ser kêmkirina rêjeya faîzê ya di civîna pêşiya me ya Banka Navendî ya Amerîkayê sedema sereke ya bihabûna zîv e.

Niha bazirgan wisa bawer dikin ku bi rêjeya ji sedî 65an eger heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê meha bê faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm bike.

Du roj berê, ew rêje ji sedî 62 bû.

Hikûmeta Amerîkayê dê îro amarên enflasyonê yên meha borî belav bike.

Meha îlonê rêje ji sedî 3 bû. Eger enflasyona çiriya pêşîn ji sedî 3yan kêmtir be yan jî wekî xwe bimîne, wê demê bi egereke mezin dê bihayên zîv û zêr jî zêde bibin.