Yekîtiya Ewropayê rêkevtina bazirganiya azad bi Japonê re pejirand
Hewlêr (Rûdaw) - Parlemantoya Ewropayê, rêkevtina bazirganiya azad di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê û Japonê de pesend kir, ku li ser asta cîhanê, weke mezintirîn rêkevtina bazirganiya azad tê dîtin.
Rêkevtina di navbera Japo û Yekîtiya Ewropayê de, dê ji meha Sibata sala 2019an ve têkeve warê cîbicîkirinê û ji bo Yekîtiya Ewropayê weke destkevteke mezin tê dîtin.
Japon û Yekîtiya Ewropayê, bi hev re yek li ser sê yê aboriya cîhanê pêk tînin.
Birêvebera Karûbarê Bazirganî ya Yekîtiya Ewrûpayê Sîsîlya Malmêstrom ragihand, ku rêkevtina bazirganî ya di navbera Japon û Yekîtiya Ewropayê de bûye rastiyek, ku bi başî tê cîbicîkirin.
Malmêstrom herwiha da zanîn, ku îmzekirina wê rêkevtinê nîşanek e ku Yekîtiya Ewropa li gel bazirganiyeke azad e ku bi riya yasa û rêziknameyên guncaw hatibe rêkxistin.
Bi vê rêkeftinê, wê karûbarên bazirganî yên di navbera herdû aliyan de asan bibe û wê asta bazirganiyê jî bi rêjeya ji sedî 30 zêde bibe.