Petrol ji sedî 9,2 biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û peyama Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo xwenîşanderan wiha kir ku petrol bi qasî ji sedî 9,2 biha bibe.

Di çar rojên borî de ji ber rûdanên li Îranê, bihayê petrolê berdewam ber bi bilindbûnê ve çûbû.

Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur nêzîkî çend sentan daket û bermîla wê bi 65 dolar û 38 sentan tê firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 12 sentan daket û bi 61 dolar û 3 sentan tê firotin.

Zêdebûna bilez a di 4 rojan de

Roja sêşemê bihayê petrola brent bi rêjeya ji sedî 2,5 û bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 2,8 bilind bibû.

Bi vî awayî di nava çar rojên borî de bihayên petrolê bi rêjeya ji sedî 9,2 bilind bûne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji xwenîşanderên Îranê xwest ku çalakiyên xwe bidomînin û got, "Alîkariya Amerîkayê di rê de ye."

Li aliyê din City Bankê jî li ser bandora van rûdanan hişyarî da û got, "Xwenîşandanan metirsî li ser kembûna petrolê çêkiriye."