Şerê Îranê zêr erzan dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ev du hefte li pey hev in ku bihayê zêr dadikeve.

Roja înê bihayê onseke zêr ji sedî 0,6 daket û bi 5 hezar û 18 dolaran hat kirîn û firotin.

Bihabûna dolar û dilgiraniya ji enflasyonê ya ku ji ber bihabûna petrolê derketiye, zextê li bihayê zêr dikin.

Di nava hefteyekê de bihayê zêr ji sedî 2 daketiye.

"Şerê Îranê zerer da bihayê zêr"

Analîstê serbixwe yê bazarên darayî Tai Wong li ser mijarê axivî û got:

"Her çi qasî di demeke dirêj de arasteya bihayê zêr ber bi bilindbûnê ve be jî derketina şerê Îranê bihayê dolarî derxistiye asta herî bilind a 4 mehên dawî. Vê yekê jî zerer daye bihayê zêr."

Pisporên Banka Bazirganiyê ya Almanyayê jî ragihand:

"Bendewariya hişkkirina polîtîkaya diravî ya ji bo kontrolkirina enflasyonê, sedema sereke ya daketina bihayê zêr e."