Ji ber şerê Îranê petrol her ku diçe bihatir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent roja înê di ser 100 dolarî re hat girtin û ev du roj in petrola brent bi zêdetirî 100 dolaran tê firotin.

Bihabûna petrolê hevdem e li gel dijwarbûna şerê Îranê ku derbasî hefteya xwe ya sêyem bûye.

Roja înê bihayê petrola brent bi qasî 2,63 dolaran biha bû û bi 103 dolar û 14 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî nêzîkî 3 dolaran biha bû û bi 98 dolar û 71 sentî hat firotin.

Hewldanên ji bo kontrolkirina bihayan

Bihabûna petrolê di demekê de ye ku Amerîka û endamên din ên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ji bo kontrolkirina bihayan gelek rêkar girtin ber xwe.

Di nav wan rêkaran de derxistina 400 hezar bermîl petrolê ya ji yedekên stratejîk ên welatan heye.

Îdareya Amerîkayê ji bo maweyê 30 rojan rê daye Hindistanê ku petrola Rûsyayê bikire.

Donald Trump da zanîn ku bi îhtimaleke mezin dê şer zû bi dawî neyê.

Di hefteyekê de ji sedî 10 biha bû

Berdewamiya şer, bihayê petrolê du hefteyan li pey hev biha kir.

Di maweyê hefteya borî de bihayê petrola Brent ji sedî 10 biha bû.

Her wiha di maweyê du hefteyan de bihayê petrola Brent nêzîkî ji sedî 38 biha bûye.