Şerê Îranê bandorê li aboriya cîhanê dike: Zêr, petrol û geştiyarî

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê bandor li hemû pergalên aborî yên cîhanê kiriye.

Girtina Tengava Hurmizê, êrişên dron û mûşekan ên li ser otêl, balafirgeh û bajarên Kendavê, girtina asmanan a li ber firokevaniya bazirganiyê...

Bandorên van hemûyan ên li ser aboriya cîhanê bi vî rengî ne.

Zêr

Destpêkê zêr biha bû, çimkî veberhêner li sermayeyeke ewle digeriyan.

Lê piştî destpêkirina şer bi hefteyekê, ji ber xurtbûna dolarê Amerîkî û neîstîqrariya bazaran, bihayê zêr ji sedî 3,5 daket û her onseyek ket binê 5 hezar û 100 dolarî.

Faîza bankan

Bilindbûna bihayê enerjiyê dibe sedem ku enflasyona cîhanî zêdetir bibe.

Aborînas hişyariyê didin, dibe ku bankên navendî kêmkirina rêjeya faîzê bi paş bixin yan jî ji bo kontrolkirina enflasyonê wê rêjeyê bilind bihêlin.

Tê çaverêkirin ku Banka Brîtanyayê rêjeya faîzê di ji sedî 3,75an de bihêle.

Dibe ku Rezerva Federal a Amerîkayê (FED) jî kêmkirina faîzê paş bixe û ev jî dê ji sedî 0,8 heta ji sedî 1,5 li enflasyona Amerîkayê zêde bike.

Petrol

Girtina Tengava Hurmizê ji sedî 20ê dabînkirina petrola cîhanê rawestandiye û bihayê bermîleke petrola Brentê gihandiye 100 heta 120 dolarî.

Bihayê benzînê li Amerîkayê ji sedî 20 bilind bûye û her galonek gihiştiye 3,58 dolarî.

Li deverên din ên cîhanê jî bihayê wê di navbera ji sedî 10 û ji sedî 13an de bilind bûye.

Tê pêşbînîkirin, eger bihayê bermîleke petrola xav di navbera 85 û 95 dolarî de bimîne, dê dahata cîhanî bi rêjeya ji sedî 0,5 heta ji sedî 0,7 kêm bibe.

Îro bihayê bermîleke petrola Brentê di navbera 98 û 102 dolarî de bû.

Gaza şil

Qeterê ji sedî 20ê hinardeya gaza şil a cîhanê rawestandiye.

Ji ber vê yekê li Ewropa û Asyayê bihayê wê du qat bilind bûye.

Li gorî Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî ya Amerîkayê, bihayê gazê ji sedî 40 bilind bûye û salane 80 milyon ton gaz rawestiyaye.

Navend pêşbînî dike ku ji ber rawestandina hinardeya gaza Qeterê welat dê berê xwe bidin gaza şil a Amerîkayê.

Her wiha dê lêçûna germkirina malan û karebayê jî zêde bibe.

Veberhênan

Nezelaliyê di bazaran de neîstîqrariyeke mezin çêkiriye, pişkên şirketan daketine û Ewropa û Asyayê di vî warî de zirara herî mezin dîtiye.

Li gorî rapora şirketa Charles Schwabê, bihayê stargehên ewle yên wekî zêr bilind bûye û sermayeyên ku metirsî li ser wan heye tên firotin.

Welatên ku nû bi pêş dikevin û petrolê hawirde dikin herî zêde zererê dibînin û yên ku kel û pelan hinarde dikin jî sûdê werdigirin.

Bazirganiya cîhanî

Girtina Tengava Hurmizê ji sedî 4,5ê bazirganiya cîhanî (petrol, gubre, kanza) asteng dike.

Di encamê de heqê kirêya her konteynerekê du hezar heta çar hezar dolarî zêde dibe.

Bihayê alumînyûmê gihiştiye asta herî bilind a çend salên borî.

Geştiyarî

Li gorî nirxandineke Oxford Economicsê ya Brîtanyayê, dibe ku geştên ber bi Rojhilata Navîn ve ji sedî 11 heta ji sedî 27an dakevin.

Ango dê hejmara geştiyaran 23 heta 38 milyon kesî kêm bibe ku ev jî dê bibe sedema zirareke aborî ya bi qasî 34 heta 56 milyar dolarî.

Zêdetirî 40 hezar geştên asmanî hatine betalkirin.

Rojane bi qasî 600 milyon dolaran zerer digihe sektora firokevaniyê.

Herî zêde zirar digihe welatên Kendavê. Tirsa li ser ewlehiyê dê ji bo demeke dirêj bimîne.

Ji ber neîstîqrariya li herêmê, pişkên hêlên asmanî bi awayekî berçav daketin.

Hinek kompanyayên asmanî ji sedî 12 heta ji sedî 20ê nirxê xwe yê bazarê ji dest da.