Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Qeyranê ya Parêzgeha Sineyê ragihand ku lehî û berf û baranên destpêka biharê, bi qasî 300 milyar tumen zirar gihandiye wê parêzgehê.
Berpirsê Rêveberiya Qeyranê ya Parêzgeha Sineyê Mihemed Felahî ragihand: “Ji ber berf û baranên destpêka biharê û serveçûna 9 bendavan ku pirbûna ava rûbaran û hatina lehiyê lê ket, bi qasî 200 milyar û 936 milyon tumen zirar gihiştiye jêrxana parêzgeha Sineyê, ev zirar sektorên çandinî, ajeldarî, rê û xaniyan li xwe digre.”
Zirara herî zêde jî gihiştiye cotkaran ku heta niha 89 milyar û 600 milyon tumen zirar daye sektora çandiniyê û wisa tê pêşbînîkirin ku di berwardkirina zirara hemû deveran de zêdetir jî bibe.
Wisa tê texmînkirin ku zirara sektora rê û jêrxana bajêr û gundan bi qasî 74 milyar tumen e, ku herî zêde zirar jî gihiştiye rêyên gundan.
Herwiha baran û lehî li parêzgeha Sineyê 3 hezar û 993 yekeyên bazirganî û niştecihbûnê gihandiye bajar û gundan. Li gor gotina Berpirsê Rêveberiya Qeyranê ya Parêzgeha Sineyê Mihemed Felahî herî zêde zirar gihiştiye sektorên jêrxana av û avrêj û gaz û elektrîk û torên peywendiyê û weke dever jî herî zêde zirar gihiştiye bajarên Qurwe, Bîcar û Sineyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse