Bazarên petrolê li benda gavên Tehranê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Îhtimala berdewamiya gotûbêjên navbera Îran Amerîkayê ji bo gihîştina rêkeftinê û dirêjkirina agirbestê vê sibehê bihayê petrolê daxist.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur ji bo radestkirina meha hezîranê ya îsal, piştî vekirina bazarên Asyayê sêşemê bi rêjeya ji sedî 1,88 daket û bermîlek bi 97 dolar û 49 sentî tê firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê ji bo radestkirina meha bê, îro bi rêjeya ji sedî 2 daket û bermîlek bi 96 dolar û 91 sentî hat firotin.
Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance piştî têkçûna dan û standinên Îslamabadê û vegera bo Amerîkayê, roja duşemê ragihand ku gava paşerojê ya derbarê berdewamiya dan û standinan de bi helwesta Îranê ve girêdayî ye.
Vance doh di berdewamiyê jî de got, "Ew yek ku gelo dan û standin dê berdewam bikin û gelo em dikarin bigihin rêkeftinê, bi biryara Îranê ve girêdayî ye, çimkî me gelek pêşniyar dane wan."
Daxuyaniyên Vance di demekê de ne ku Amerîkayê ragihandiye ku ew dê Tengava Hurmizê li ber wan keştiyan blok bike ku armanca wan Îran e yan jî ji benderên Îranê tên.
Vivek Dhar ji banka (Commonwealth) a Awistralyayê di vê derbarê de got, "Blokkirina keştiyên petrolê yên ku ji Îranê tên yan jî ber bi benderên Îranê ve diçin, dikare rojane 1,7 milyon bermîl petrola Îranê di bazarê de nehêle."