Berê zîv li bihabûnê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onseyek zîv vê sibehê 1,49 dolar yan jî bi rêjeya ji sedî 1,93 bilind bû û gihîşt 77 dolaran.

Bi vî awayî niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 2,475 dolaran e.

Amerîka û Îran li gorî hinek raporên medyayê, li ser xula duyem a dan û standinên rûbirû gotûbêjan dikin.

Armanca van gotûbêjan gihîştina rêkeftineke dawî ye ji bo agirbestê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tehranê daxwaza agirbestê kiriye.

Trump diyar kir ku çend demjimêran piştî ku Amerîkayê dorpêça deryayî danî ser veguhastina petrola Îranê ya li Tengava Hurmizê, Tehranê pêwendî bi Washingtonê re kiriye.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan jî amadehiya xwe ji bo berdewamkirina gotûbêjên aştiyê nîşan daye.

Ev geşedan bûn sedem ku îro bihayê petrol û dolar dakeve û bihayê madenan bilind bibe.

Ev rewş dilgiraniyên derbarê enflasyonê de hinekî kêm kirin.

Bihayê zîv tevî vê bilindbûnê jî, hîn nêzîkî ji sedî 20î ji destpêka şerê Îranê yê di borî de kêmtir e.