Lîreyê Sûrî piştî biryara Trump biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Lîreyê Sûrî piştî biryara Serokê Amerîkayê ya rakirina dorpêçan, li hemberî dolarê Amerîkî ji sedî 20 biha bû.
Li gelek bajarên Sûriyeyê, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand dê dorpêçên li ser Şamê rakin şahî hatin lidarxistin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdi ragihand ku birêveberiya wî biryar daye ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.
Trump her wiha got, "Dema wê hatiye ku em şansekî bidin Sûriyeyê û hêviya bextekî baştir ji we re dixwazim."
Piştî vê biryara Trump, bi hezaran Sûriyeyî daketin kolanan û wan kêfxweşiya xwe nîşan da.
Lîreyê Sûrî biha bû
Her wiha Lîreyê Sûrî jî biha bû.
Dolarekî Amerîkî îro daket 8,600 lîreyên Sûrî.
Lîreyê Sûrî li gorî doh li hemberî Dolarê Amerîkî bi qasî ji sedî 20 biha bû.