Alîkarê Erdogan bîlançoya madî ya şer û pevçûnan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê biryara PKKê ya xwefesixkirinê got dê pêvajo bandoreke erênî li aboriya Tirkiyeyê bike.

Cevdet Yilmaza her wiha got, ji ber şerê bi PKKyê re 2 trilyon dolar zerera Tirkiyeyê bûye.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ji TRT Haberê re li ser mijarên di rojevê de axivî.

Cevdet Yilmaz diyar kir ku di nav 41 salan de zerera ji ber şerê bi PKKyê re gihiştiye 2 trilyon dolaran û eger pêvajo bi ser bikeve dê bandoreke erênî li aboriyê bike.

Yilmaz da zanîn ku ji ber şer û pevçûnan zerereke gelekî mezin li aboriya Tirkiyeyê bûye û got:

“Ji ber terorê çandinî bi pêş nakeve, geştyar dibêjin teror heye ez naçim û ev hemû tişt bandorê li aboriya me dikin.

Ev jî ji mezinbûna aboriya me re dibe asteng.

Nahele ku em hêza xwe bi kar bînin. Di vî warî de hesabên cûda hatine kirin.

Li gorî hinek hesaban nêzîkî 2 trilyon dolar zerar heye.”

Yilmaz diyar kir ku van salên dawî li parêzgehên wekî Riha, Mêrdîn, Amed û Dîlokê sektora geştyarî geş bûye û sala borî li gorî sala 2023yan geştyarî ji sedî 18 zêde bûye.