Zêr piçekî din erzan bû, onsa zêr bi 4 hezar û 680 dolarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr di çarçoveyeke sînordar de ma û onsa zêr nêzîkî 10 dolarên din daket.

Ev roja sêyem e ku bihayê zêr dadikeve û niha onsa zêr bi derdora 4 hezar û 680 dolarî tê kirîn û firotin.

Di peymanên paşerojê de onsa zêr bi derdora 4 hezar û 700 dolarî tê kirîn û firotin.

Birêvebirê şîrketa şêwirmendiyê ya Gold and Silver Centralê Brian Lan li ser mijarê axivî.

Brian Lan diyar kir ku bazirgan li benda encama hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping  in û got:

"Bazirganên zêr bi baldarî çavdêriya hevdîtina Trump û Xi Jinping  dikin. Ew li benda encama hevdîtina her du serokan in."

Bandora şer û enflasyonê

Brian Lan da zanîn ku daketina van rojên dawî ji ber zêdebûna berbiçav a enflasyona li Amerîkayê ye.

Ev enflasyon ji ber şerê Îranê derketiye holê.

Li gorî wî şîrovekarî, zêdebûna enflasyonê rê li ber Serokê Nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê Kevin Warsh digire da ku faîzên bankan kêm bike.

Vê rewşê jî zextek li ser bihayê zêr çêkiriye.