Bihayê petrolê bilind bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrola brent îro bi qasî 26 sentan zêde bû.

Bazarên cîhanê li benda encama civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping in.

Bazirgan dixwazin bizanin ka dê ji bo bidawîkirina şerê Îranê hewleke nû were dayîn an na.

Bihayên nû yên petrolê

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 26 sentan bilind bû.

Bermîleke vê petrolê bi 105 dolar û 89 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 32 sentan bilind bû û bermîla wê jî bi 101 dolar û 34 sentan hat firotin.

Roja çarşemê ji ber ku bazirgan ji îhtîmala bilindkirina faîza bankê dilgiran bûn, bihayê petrolê daketibû.

Wê demê bihayê petrola brent 2 dolaran û bihayê petrola sivik a Teksasê jî dolarekî daketibû.

Serdana Trump û peymana bi Îranê re

Tê pêşbînîkirin ku Donald Trump di serdana xwe de ji Serokê Çînê bixwaze ku Îranê razî bike da ku ji bo bidawîkirina şer bi Amerîkayê re peymanekê bike.

Şirovekarên şirketa şêwirmendiyê ya bi navê IGyê li ser vê mijarê daxuyanî da û ragihand.

"Bihayê petrolê di çarçoveyeke sînordar de tê firotin. Dibe ku bazirganan ji bo bidawîkirina şerê Îranê ji ya pêwîst zêdetir hêvî bi serdana Trump ve girêdabe."

Metirsiya Tengava Hurmizê

Wan şirovekaran her wiha hişyarî da û got:

"Eger ji bo vekirina Tengava Hurmizê ti îşaret dernekevin dibe ku li ber destê Amerîkayê vebijêrkên kêm bimînin û şer ji nû ve dest pê bike."