Hinardekirina kelûpelan di deriyên Perwêzxan û Xesrewî re berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqamê Qesrî Şîrîn a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di 3 mehên derbasbûyî de di herdu deriyên Perwêzxan û Xesrewî re bi behayê 198 milyon dolar 373 hezar ton kel û pel hatine hinardekirin.
Qeymeqamê Qesrî Şîrîn Muradelî Teter ragihand ku di Deriyê Bazirganî yê Perwêzxan re 337 hezar ton kelûpel bi bihayê 183 milyon dolar hatine hinardekirin û di Deriyê Bazirganî yê Xesrew re jî 36 hezar ton hatine hinardekirin ku behayê wê 15 milyon dolar bûye.
Muradelî Teter, herwiha hejmara wan barhilgiran jî eşkere kir ku kelûpel ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê veguhestine Başûrê Kurdistanê.
Li gor Teter, 800 heta 1200 barhilgir rojane çûn û hatina Perwêzxan dikin û nêzîkî 500 barhilgir jî di Xesrew re kelûpelan vediguhêzin.