Hewlêr (Rûdaw) – Lîreya tirkî, li beramber dolar bêhtir dişike. Gelên Tirkiyê û kompaniyên biyanî, ku li wî welatî kar dikin, li ber çarenivîseke nediyar in. Welatên Kendavê beşekî mezin ji wê giraniya abûrî pêk tînin, ku li Tirkiyê bazirganî û weberanînê dikin.
Ajansa Piştgirî û Geşepêdana Weberanînê ya Tirkiyê, qebareya weberanînê ya welatên Kendavê bi 19 milyar dolar texmîn kiriye, ku ev rêje ji sedî 9.4 ji weberanîna biyanî ya Tirkiyê ye.
Piştî Brîtanya û Holenda, welatên Kendavê sêyem çavkaniya xurt a weberanînê ne, li Tirkiyê. Li gorî amarên hikûmeta Tirkiyê, weberanîna welatên ereb, di dema 4 salan de bi vî awayî bû:
Îmarat, pileya 13, bi 4 milyar û 165 milyon dolar.
Siûdiyê, pileya 17, bi 1 milyar û 949 milyon dolar.
Kuwêt, pleya 18, bi 1 milyar û 579 milyon dolar.
Qeter, pileya 19, bi 1 milyar û 476 milyon dolar.
Lubnan, pileya 20, bi 1 milyar û 285 milyon dolar.
Ev amar, di rewşeke asayî de hatine tomarkirin, lê piştî ku navbera Waşinton û Enqereyê nakokî derketin, Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê sepandin û lîreya tirkî di daketinê de, rêkord tomar kir.
Ev yek di demekê de ye ku 2 hezar kompaniyên Welatên Kendavê li Tirkiyê hene.
1.036 kompaniyên bazirganên siûdî, 445 kompaniyên îmaratî, 117 kompaniyê qeterî jî li wî welatî hene.
Amerîka heta niha, li ser cîbicîkirina sizayên abûrî li ser Tirkiyê rijd e. Tirkiye jî ne amade ye daxwazên Amerîka cîbicî bike û vê guşarê bi lîstika abûrî wesif dike.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di vê derbarê de got: "Amerîka ku ligel hevbeşa xwe ya stratejîk, bi vî awayî reftarê dike, em nîgeran kirine. Ji bilî vê jî, bi gefan nikare kar li Tirkiyê bike. Em dewleteke yasayî ne û weke dewletteke yasayî ticarî ji yasayê dernakevin. Eger ê wan, dolar heye, ê me Xwedayê me heye. Bi vî awayî em dikevine rêbaza xwe. Dema em hatin, qerzê (IMF) bi qebareya 23.5 milyar dolar li ser me hebû. Vaye me ew kiriye sifir."
Medyaya Tirkiyê belav kiriye ku her yek ji welatên Rûsya, Îtalya, Almanya, Îran, Pakistan, Qeter û Lubnan piştgiriya Enqereyê dikin û ragihandiye ku li piraniya welatên erebî, kampîna firotina dolar û kirîna lîreya tirkî destpê kiriye, lê ti welatî ji wan bi fermî piştgiriyeke bi vî awayî nîşan nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse