Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê ji kar hat dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng îro ji kar hat dûrxistin.

Wezîrê Darayî yê Brîtanyayê Kwasi Kwarteng serdana xwe ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo danûstandinên bilez li Downing Street qut kiribû.

Kwarteng zû ji Washington DC vegeriya piştî çend rojan gotûbêj û rexneyên vekirî di nav parlamentoyê de li ser plana wî ya aborî.

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss di bin zextan de ye ku plana aboriyê ya hikûmeta xwe biguherîne da ku tevliheviya bazarê aram bike û partiya xwe dilniya bike.

Di sê salan de Nedîm Zehawî yê Kurd 63 rojan û 204 rojan jî Sacid Javid wezîrtiya darayî kirin di dema Serokwezîrtiya Boris Johnson de.

Medyaya Brîtanî radigihîne ku dûrxistina wezîrê darayî beşeke ji plana Serokwezîr Liz Truss a başkirina aboriya Brîtanyayê.

Liz Truss dixwaze ku baca li ser welatiyan kêm bike û bihayê sotemenî û elektrîkê di astekê de bihêle.

Zexta aborî ne tenê li ser Brîtanya ye, piştî şerê Ukraynayê û aloziyên di navbera welatên Rojava û Rûsyayê de, nirxê sotemenî, xorek û hejmarek kelûpelên din li Ewropayê zêde bûye.

Welatiyên li piraniya welatên Ewropayê peydakirina sotemeniyê ji bo bikaranîna li malê û li ser kar zehmetiyê dikşînin.