Zêr di dîrokê de cara yekem 4,165 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro sînorê dîrokî û hestyar ê 4 hezar û 165 dolarî derbas kir û bihayê her onseke zêr gihişt 4 hezar û 166 dolaran.

Aloziyên bazirganiyê yên di navbera Çîn û Amerîkayê de û pêşbîniyên kêmkirina faîza bankê li Amerîkayê, wekî sedemên serekî yên vê bihabûnê tên dîtin.

Serokê Stratejiyê yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Blue Line Futuresê Philip Streible got,"Zêr dikare bi hêsanî bihabûna xwe bidomîne.

Em dikarin bibînin ku bihayê wî heta dawiya sala 2026an 5 hezar dolaran derbas dike."

Streible teqez kir ku kirîna berdewam a bankên navendî, zêdebûna sermayeya di sindoqên hilberîna zêr, aloziyên bazirganiyê û îhtimala kêmkirina faîzê, bihayê zêr gihandiye vê asta dîrokî.

Li gorî rapirsiyan, bazirgan îhtimala kêmkirina faîzê di meha çiriya pêşîn de ji sedî 97 û di meha kanûna paşîn de jî ji sedî 100 dinirxînin.

Banka Amerîkayê jî pêşbîniyên xwe bi temamî guherand û ragihand ku ew li bendê ne onsa zêr heta dawiya 2026an bigihîje 5 hezar dolarî.

Her wiha Banka Standard Chartered a Brîtanyayê jî pêşbînî dike ku bihayê zêr sala bê derkeve 4 hezar û 488 dolaran.