Rêjeya bêkariyê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Amaran a Îranê ragihand ku rêjeya bêkariyê herî kêm li Urmiyeyê ye.
Navenda Amaran a Îranê rapora xwe ya rêjeya bêkariyê eşkere kir.
Li gorî Navenda Amaran a Îranê, rêjeya navîn a bêkariyê li welat ji sedî 7,4 e.
Navendê diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê parêzgeha Urmiyeyê bi ji sedî 4,1ê xwediyê rêjeya herî kêm a bêkariyê ye.
Rêjeya giştî
Di raporê de hat diyarkirin ku rêjeya bêkariyê li gorî havîna par ji sedî 0,1 kêmtir bûye.
Navendê da zanîn ku rêjeya bêkariyê li 28 parêzgehan daketiye bin ji sedî 10ê.
Tenê li parêzgehên Îlam, Xuzistan û Sîstanê rêje ji 10ê zêdetir e.
Li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê jî rêjeya bêkariyê wiha ye:
Kirmanşan: Ji sedî 9,8
Loristan: Ji sedî 7,3
Sine: Ji sedî 6,9
Îlam: Ji sedî 10
Aborî bi paş ve diçe
Divê were gotin ku Navenda Lêkolînan a Parlamentoya Îranê jî raporek li ser bi paşveçûna aboriyê belav kiriye.
Li gorî lêkolîna parlamentoyê, geşedana aborî ya Îranê di navbera Adar û Îlona 2025an de gihîştiye ji sedê 0,3yê di bin sifirê de.
Ev rêje li gorî heman dema sala borî nêzîkî ji sedî 4 daketiye.