Sûka zêran a li Qamişloyê geş dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişloyê kirîna zêr bi awayekî berbiçav zêde bûye û gelek kes li şûna ku dolar an jî lîreyê Sûrî hilgirin, berê xwe didin zêr.

Zêrînger Mihemed Xêr Remezan îro ji sûka zêran a bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Kirîna zêr di 2 hefteyên borî de bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Gelek kes dolar an jî lîreyê Sûrî venaşêrin lê berê xwe didin kirîna zêr û vê yekê wekî rêbazeke baştir a veberhênanê dibînin."

Zêrînger Mihemed Xêr Remezan eşkere kir:

"Kirîna zêr li Qamişloyê bi dolar e, ne bi lîreyê Sûrî ye.

Piştî ku di dema rejîma berê de dan û standina bi dolar qedexe bû niha hema bêje Şam û Heleb jî vê rêbazê bi kar tînin.

Nirxê zêr di navbera Qamişlo, Şam û Helebê de hema bêje yek e û cudahiyeke kêm di navbera wan de heye, ji ber ku bihayê zêr cîhanî û yekgirtî ye lê cudahî di heqdest û xebatê de ye.

Çavkaniyên zêr li sûka Qamişloyê piranî Şam û Heleb in û carinan jî Tirkiye ye."

Mihemed Xêr Remezan derbarê pêwendiya wan a bi Sendîkaya Zêrîngeran a Şamê re anî ziman:

"Ew bi rêya Beşa Madenên Giranbiha ya Rêveberiya Xweser pêk tê û ew roleke baş dilîze ji ber ku bi bikaranîna amûrên nûjen çavdêriya kontrolkirina zêr û eyarên wî dike.

Paşê mohra xwe lê dixe da ku silametî û rastbûna zêr misoger bike.

Heta eger zêr ji aliyê sendîkaya Şam an Helebê ve hatibe mohrkirin jî, Beşa Madenên Giranbuha mohra xwe lê dixe."

Mihemed Xêr Remezan her wiha got:

"Bihayê grama zêr a eyar 21, 118 dolar e û dibe ku di saetên pêş de bigihêje 122 dolaran ku hema hema dike milyonek û 350 hezar lîreyê Sûrî.

Tevî vê yekê jî, kirîna zêr bi awayekî berbiçav zêde dibe."

Remezan li ser bêaramî û guherîna nirxê lîreyê Sûrî li hemberî dolarî ku li Qamişloyê dolarek gihîştiye nêzîkî 11,600 lîreyî diyar kir ku ev guherîn "bandorê li zêr nake, ji ber ku kirîn û firotina zêr bi dolar e."

“Dixwazin li şûna pereyan zêr hilgirin”

Mihemed Xêr Remezan anî ziman:

"Ew beşên civakî yên ku li Qamişloyê herî zêde zêr dikirin, ew kes in ku pereyên wan hene û dixwazin li şûna pereyan zêr hilgirin.

Ew jî berê xwe didin kirîna parçeyên giran ji ber ku heqdestê xebata wan kêm e.

Beşa din jî ew kes in ku zêr ji bo xemla bûkan an jî wekî diyarî dikirin."

Li Şamê jî Sendîkaya Zêrîngeran roja duşemê nirxê grama zêrê eyar 21 ji bo firotinê bi milyonek û 340 hezar lîreyî û ji bo kirînê jî bi milyonek û 320 hezar lîreyî diyar kiribû.

Bi vê yekê, zêrê eyar 21 li sûka navxwe 40 hezar lîre li gorî bihayê roja yekşemê zêde bû ku wê demê milyonek û 300 hezar lîreyê Sûrî bû. Ev jî nîşan dide ku zêr li sûkan biha dibe.