IMF: Aboriya Îranê dê lawaztir bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Sindoqa Navdewletiya Dirav an IMF di rapora xwe ya nû de derbarê rewşa aboriya Îranê de daye xuyakirin, ku rewşa aborî ya Îranê piştî sizayên Amerîkayê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û diyar kir, ku aboriya Îranê dê lawaztir bibe.
Sindoqa Navdewletiya Dirav roja Sêşemiyê rapora xwe ya derbarê rewşa aboriya welatan de belav kir. Di beşa Rojhilata Navîn de, IMFê giraniya herî zêde xistiye ser rewşa aboriya Îranê û têde dibîje, ji bo sala 2019an, enflasyon li Îranê dê bi qasî %5 bilindtir bibe.
IMF herwiha ragihandiye, niha di sala 2018an de enflasyon li Îranê %29.6 e, lê ji bo sala 2019an, rêjeya 34.1 hatiye pêşbînîkirin.
Wê Rêxstina Navdewltî herweha pêşbînî kiriye, ku di van 2 mehên mayî yên sala 2018an de, berhemanîna Îranê yan rêjeya geşeya aboriya wî welatî %1.5 kêm bibe, lê ji bo sala 2019an, dê %3.6 pileyan dakeve bin sifrê.
Sindoqa Navdewletiya Dirav amaje bi dorpêçêna Amerîkayê li ser Îranê jî kiriye û di raporta xwe de dibêje, dibe ku di 2 salên bê de, bi sedema wan dorpêçan hinardeya petrola Îranê bi awayekê berçav kêm bibe.
Li gorî raporta IMFê, dopêçên ser nefta Îranê di heyameke demkurt de nirxê petrolê bilind dike, lê piştre bi sedema zêdekirina berhemanîna petrolê ya welatên endamên OPECê dê nirxê petrolê dakeve. IMF herwiha pêşbînî dike, ku nirxê petrolê di sala 2019an de, derdora 68 heya 69 dolaran be.
Di raporta IMFê de, li ser asta cîhanî nirxê petrolê bi giştî heya sala 2023an, derdora 60 dolaran hatiye pêşbînîkirin.