Trump zext kêm kirin, zêr erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr piştî bilindbûna 3 rojan, îro qezencên xwe ji dest dan û daket.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji êrişkirina li Îranê bi paş de gav avêt û zextên xwe yên li dijî Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) kêm kirin.

Ev yek bû sedem ku bihayê zêr di her onsekê de bi qasî 50 dolaran dakeve.

Bihayê onseke zêr ku şeva borî di dema girtina bazaran de gihiştibû 4 hezar û 640 dolaran, îro daket nêzîkî 4 hezar û 590 dolaran.

Pisporê Bazarên Darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Tasty Liveyê Ilya Spivak li ser mijarê got:

" Bihayê zêr îro daketiye. Sedem jî ew e ku metirsiyên jeopolîtîk di demeke kurt de kêm bûne."

Her çi qasî daketineke demkî çêbûbe jî ew şareza pêşbînî dike ku di demeke dirêj de berê bihayê zêr her ber bi bilindbûnê ve ye.