Bitcoinê dîsa 70 hezar dolar derbas kir
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê Bitcoinê îro careke din bilind bû û derket ser 70 hezar dolarî.
Pereyê krîpto yê herî bi qîmet ê cîhanê Bitcoin di asta 70 hezar dolarî de ma.
Bihayê Bitcoinê di nava meha borî de bi rêjeya ji sedî 27,42 daketiye.
Her wiha di nava sala borî de jî ji sedî 28ê qîmetê xwe ji dest daye.
Pêşbîniya dawiya salê
Li gorî hinek pisporên şirketa şêwirmendiyê ya Trading Economicsê, tê pêşbînîkirin ku heta dawiya îsal bihayê Bitcoinê bigihe 79 hezar dolarî.
Amarên li ser bazara kar û bihayên bikarhêneran ên Amerîkayê nîşan didin ku aboriya Amerîkayê hîn jî bi hêz e.
Ji ber vê yekê eger heye ku Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ji bo kêmkirina faîzê lezê neke.
Ev rewş jî zexta li ser bihayê Bitcoinê zêde dike.