Şerê li Îranê bandoreke xirab li aboriya Tirkiyeyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê li Îranê her ku diçe zêdetir bandorê li aboriya Tirkiyeyê dike.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, bi taybetî jî girtina Tengava Hurmizê ya li ber keştiyên veguhastina petrolê, bandorê li Tirkiyeyê jî dike.

Vê yekê bihayên li ser tabloyên stasyonên sotemeniyê ber bi jor ve guhertin.

Sotemenî biha dibe

Rojek beriya şer ango 27ê Sibatê, li Enqereya paytext lîtreya benzînê 58,10 û lîtreya mazotê jî 61,41 lîre bû.

Lê îro lîtreya benzînê gihîştiye 62,38 lîreyan û lîtreya mazotê jî 67 lîre derbas kiriye.

Ji ber vê rewşê hikûmet neçar ma ku di firotina sotemeniyê de hinek tedbîrên taybet wergire.

Cevdet Yilmaz: Em tedbîran werdigirin

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser mijarê axivî û got:

“Ew bûyera li Tengava Hurmizê di serî de sotemenî, gaza xwezayî û xerciyên lojîstîkê bandoreke nerênî li ser aboriyên cîhanê dikin.

Em ji bo ku ev yek bandoreke herî kêm li ser welatiyên me bike tedbîran werdigirin.

Wekî mînak, me van demên dawî di warê sotemeniyê de biryarek wergirt.

Dema bihabûneke ji sedî 100 çêbû dê tenê ji sedî 25ê wê bandorê li welatiyên me bike.

Me got em dê ji sedî 75ê wê wekî dewlet li xwe bigirin.”

Enflasyon her ku diçe zêde dibe

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona meha adarê ji sedî 31,53 ye.

Her wiha li gorî saziya serbixwe ya lêkolînên enflasyonê ENAGê jî ji sedî 54,14 e.

Pisporên aboriyê pêşbînî dikin ku bi berdewamiya şer û bihabûna sotemeniyê ev rêje jî bilindtir bibe.

Lê mixalefetê dibêje ku sedema bilindbûna enflasyonê û bihabûna li Tirkiyeyê ne tenê krîzên cîhanî ne.

Babacan: Sedem birêvebiriya xirab e

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan bal kişand ser vê yekê û got:

“Li cîhanê ji sala 2020an ango ji serdema koronayê heta niha enflasyona xwirekê ya 5 salan ji sedî 41 e.

Li cîhanê bihayê tiştekî 100 lîreyî di nava 5 salan de bûye 140 lîre.

Lê li Tirkiyeyê ji sedî 710 zêde bûye.

Li cîhanê enflasyona xwirekê ji sedî 41 e.

Çima li cem me ji sedî 710 e? Ev ferqa di navberê de çi ye? Bê guman birêvebiriya xirab e.”

Banka Navendî dolarên xwe difroşe

Şer ne tenê bûye sedema bihabûna sotemeniyê.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî neçar ma ku tenê di navbera 2 û 9ê vê mehê de derdora 26 milyar dolarên xwe yên rezerv bifroşe da ku nirxê lîreyê li hemberî dolar û pereyên biyanî biparêze.