Girtina Tengava Hurmizê: Cîhan ber bi krîzeke mezin a xwirekê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina Tengava Hurmizê ji bo enerjiyê li cîhanê pirsgirêkeke mezin çêkiriye. Di heman demê de pirsgirêkeke gelekî mezintir jî pêk aniye.

Lê ew pirsgirêk hîn negihiştiye ser zimanê serkirdeyan, nava berîka gelek kesî û ser sifreya xelkê cîhanê.

Dawiya sala 2026an bandora wê ya rasteqîn dê bigihîje ser refikên marketan û ser sifreya hemû xelkê.

7ê Adara 2026an, keştiya KSL Hengyangê keştiya dawî bû ku barê wê gubreya kîmyayî bû û karîbû di Tengava Hurmizê re derbas bibe.

Piştî wê keştiyê, şahdemara herî girîng a aboriya cîhanê Ango Tengava Hurmizê li ber veguhastina gubreya kîmyayî hat girtin.

Cîhan zêdetir guh dide deng û qêrîna bazara petrolê lê metirsiyeke bêdengtir û xetertir rû dide. Ew jî birçîkirina sîstematîk a zincîreya dabînkirina xwireka cîhanê ye.

Tengava Hurmizê ne tenê rêyeke enerjiyê ye, di heman demê de rêya nanê ser sifreya xelkê cîhanê ye.

Nêzîkî sêyeka hemû gubreya kîmyayî ya ku li cîhanê bazirganiya wê tê kirin, di vê rêyê re derbas dibe.

Heta nîvê Adara 2026an, sektora çandiniyê ya cîhanê rûbirûyî rewşeke awarte ya pileya yekem bûye.

Bihayê wan madeyên kîmyayî yên ku ji bo hilberîna xwireka nîvê nifûsa cîhanê pêwîst in gelekî bilind bûye an jî bi temamî nemane.

Pêwendiya enerjî û gubreya çandiniyê

Koka vê krîzê ji pêkhateya kîmyayî ya çandiniya hevdem çavkaniyê digire.

Gubreya nîtrojenê ku debar û xwireka nêzîkî 3,5 milyar kesî dabîn dike, bi rêya proseya "Haber-Bosch"ê tê hilberîn ku pişta xwe bi gaza xwezayî ve girê dide.

Di rastiyê de, lêçûna enerjiyê ji sedî 70yê lêçûna hilberîna gubreya nîtrojenê pêk tîne.

Welatên Kendavê yên wekî Qeter, Siûdiye, Îmarat û Îranê, yedekên mezin û erzan ên gaza xwezayî bi kar anîne da ku di hilberîna "ure" û "amonyak"ê de bibin zilhêzên cîhanî.

Ev her du, cureyên sereke yên gubreya kîmyayî ya nîtrojenê ne.

Ev berhem ji bo çandiniya hevdem a li Amerîka, Brezîlya, Hindistan û başûrrojhilatê Asyayê pêwîstiyeke bingehîn e.

Ji ber girtina Tengava Hurmizê ya ji 28ê meha borî ve, rêya sereke ya hinartina van madeyên kîmyayî yên girîng nemaye.

Karvedana bazaran gelekî bilez bû. Bihayê ureya cîhanî di kêmtirî du hefteyan de bi rêjeya ji sedî 26an bilind bû. Tonek ure ji 465 dolaran gihişt 585 dolaran.

Li bazara New Orleansê ku yek ji bazarên herî girîng ên gubreya kîmyayî ye li Amerîkayê, bihayê wê di nava 6 rojan de bi rêjeya ji sedî 32yan bilind bû û gihişt 683 dolaran.

Senaryo û cewherê krîzan

Giraniya krîza xwirekê ya 2026-2027an bi temamî bi dema girtina tengavê ve girêdayî ye. Me di babetên xwe yên berê de behsa îhtîmal û senaryoyên cihê kiribû bê ka dê şer çi qasî û bi çi rêjeyekê dirêj bike.

Bi liberçavgirtina wan senaryoyan, bandorên li ser bazara gubreya kîmyayî ya li cîhanê bi vî awayî ne:

Şoka demkurt (mehek): Îhtîmala vê senaryoyê ji sedî 30 ye û bandora wê bi êş e. Lê hîn sîstema dabînkirina xwirekê ya li cîhanê dikare li ber vê şokê xwe bigire.

Di vê rewşê de tê çaverêkirin ku bihayê ureyê di navbera 620 û 720 dolarî de cihgîr bibe.

Cotkar dê neçar bimînin bikaranîna gubreyê kêm bikin û ev jî dê bibe sedema kêmbûna berhemên dirûna 2026an.

Lê sîstema xwirekê bi giştî xwedî şiyana berxwedanê ye. Her wiha dê bihayê genim bi rêjeya ji sedî 5 heta 8an bilind bibe.

Krîza berdewam (sê meh): Ev bi rêjeya ji sedî 45an îhtîmala herî xurt e. Girtina tengavê ya ji bo maweyê 90 rojan dê bibe sedema xelasbûna yedekên ureya cîhanê.

Di vê qonaxê de bihayê tonekê dê ji 950 dolaran heta 1200 dolarî bilind bibe.

Dema girtina Tengava Hurmizê gelekî bêwext e. Ji ber ku mehên Adar û Nîsanê demên sereke yên çandiniya biharê ne li temamiya nîvkada bakur a zeviyê.

Senaryoya karesatbar (şeş meh): Îhtîmala vê jî ji sedî 25 e û bi wateya xwe ya mirovî karesat e. Bihayê gubreyê dê 1800 dolarî derbas bike. Berhema dexl û danê dê bi rêjeya ji sedî 25 heta 40î kêm bibe.

Li gorî modelên bîrkariyê, tê pêşbînîkirin ku ji 100 milyonî zêdetir kes rûbirûyî metirsiyekê bibin ku hevparê "çekên komkuj" e.

Enflasyona bihayê xwirekê jî dê bi rêjeya ji sedî 12 heta 20î bilind bibe.

Kîjan welat herî zêde zererê dike?

Cografyaya krîzê wisa dike ku hinek welat beriya her kesî zererê bikin û xwîn ji wan biçe.

Hindistan ji bo aborînasan cihê dilgiraniya herî mezin e. Welatek e ku divê xwireka 1,4 milyar kesî dabîn bike û demsala çandiniyê meha Nîsan û Gulanê dest pê dike.

Şirketa herî mezin a hilberîna gubreyê ya wî welatî (IFFCO) hilberîn kêm kiriye. Ji ber ku Qeter ku dabînkara sereke ya gaza xwezayî ye, şandina gaza xwe rawestandiye.

Brezîlyaya ku wekî "makîneya hinardekirina çandiniya cîhanê" tê naskirin, ji sedî 85ê gubreya ku pêwîstiya wê pê heye hawirde dike. Her wiha ji sedî 40ê ureya wê ji Kendavê tê.

Kêmaniya li Brezîlyayê wekî domînoyê bandorê li hemû cîhanê dike.

Dema ku bihayê soyaya Brezîlyayê bilind dibe, bihayê alifê ajelan li Arjentînê û rûn li Endonezyayê jî bilind dibe.

Cotkarên Amerîkayê hêza xwe ya kirînê ji dest didin. Meha Kanûna Pêşîn tonek ure beramberî nêzîkî du ton garis bû.

Lê di meha Adara 2026an de bihayê wê bilind bûye û gihiştiye asta nêzîkî 3 ton û nîv garisî.

Cihê balkêşiyê ye ku welatên Kendavê bi xwe jî dibin qurbanî. Welatên wekî Qeter û Îmaratê ji sedî 80 heta 90yê xwireka xwe bi rêya deryayê û bi heman wê tengava ku niha girtî ye hawirde dikin.

Sedemên derengketina krîza xwirekê

Li ser bilezbûn û giraniya vê krîzê di nav biryarderan de têgihiştineke şaş heye.

Dema ku bihayê petrolê gav bi gav tê guhertin, derketina holê ya şoka gubreya çandiniyê demeke zêdetir dixwaze.

Ji bilindbûna lêçûna destpêkê heta kêmbûna berhem û di encamê de bilindbûna bihayê nan û birincê li bazaran, nêzîkî 6 heta 18 mehan dem divê.

Ew jî ew dem e ku xelk dê ji berîkên xwe bandora wê hîs bike.

Ango ev krîza ku niha li Tengava Hurmizê heye, heta dawiya 2026an yan jî destpêka 2027an bandora wê ya rasteqîn nagihîje ser refikên marketan û ser sifreya xelkê.

Cîhan niha di rewşekê de ye ku bingehên parastina ewlehiya xwirekê têk diçin.

Rûsya û Çîn ku li derveyî Kendavê hilberînerên herî mezin ên gubreyê ne, ji ber cezayan û qedexeya hinardeya navxweyî, nikarin wî valahiyê tijî bikin.

Ev hemû îşaret in ku şok û krîzên petrolê her tim tên çareserkirin lê şoka xwirekê temendirêjtir û dijwartir e.

Temenê vê krîzê bi hefteyan nayê pîvan, belkî bi demsalên dirûnê tê pîvan.